Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê rewşa herêmê gotûbêj kirin

2026-03-06T13:56:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Înê 06.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan, Serokê Dewleta Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî, wergirt.

Di peywendiyê de, aloziyên dawî yên li herêmê û encamên wê yên metirsîdar ên şer hatin gotûbêjkirin. Di vî warî de her du aliyan dilgiraniyên xwe yên kûr li hemberî berfirehbûna şer anîn ziman û tekez li ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk kirin ji bo aramkirina rewşê û parastina ewlehî û aramiya li herêmê.

Di beşeke din de, peywendiyên Mîrnişînê ligel Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariya hevbeş di warên cuda de hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekez li ser xurtkirina zêdetir a peywendiyên dîrokî û dostane yên di navbera xwe de kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariyên Mîrnişînê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya aramî û pêşketina berdewam ji bo gel û dewleta Mîrnişînê xwest.