Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê rewşa welat nirxandin

2022-03-14T19:10:25.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 14.03.2022 ê pêşwaziya birêz Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqa Federal û şandeya bilinda pê ra kir.

Di civînekê da, tevî pêşhatên dawî yên siyasî û emnî li Iraqê, her du aliyan behsa êrîşa mûşekî ya duhî şefeqê 13ê adarê ya ser Hewlêrê hate kirin kir ku paşî Sopaya Pasdarên Îranê berpirsiyariya wê êrîşî girte ser xwe û ragihand ku wan ew êrîş encam daye.

Di civînê da tekîd li ser wê yekê hate kirin ku ew êrîş pêşhateka cidî û binpêkirineka biloq ya serweriya Iraqê ye û destdirêjiyeke ku asayîş, aramî û seqamgîriya timama Iraqê dixe di metirsiyê da.

Birêz Serok Wezîrê Iraqa Federal tekîd kir ku ew bi dilgiraniyeke kûr li wê êrîşê dinêrin û got: "Em îro hatine da ku li Hewlêrê digel we bîn wek piştevaniyek bo Herêma Kurdistanê em li vir in." Kazimî hêvî xwest ku her pirsgirêkek hebe bi rêya li hev têgihiştinê bête çarser kirin.

Derbarê hêceta bombebaranê qaşo bingehek Îsraîlî kiriye armanc, Serok Nêçîrvan Barzanî ew îddîaya red kirin ku çu bingehek Îsraîlî li Herêma Kurdistanê hebe û ew îddîaya bi hêceteka bê esas da zanîn.

Serok Nêçîrvan Barzanî, her wisa spasiya Serok Wezîr Kazimî kir û serdana wî weke piştevanî û hevsozî ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da, û tekîd kir ku Herêma Kurdistanê her tim fakterê seqamgîriyê bûye û dê wesa bimîne û giringiyê bi têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran dide.

Her du aliyan tekîd li ser karê hevbeş û li ser wê yekê kir ku encamên vekolîna komîteya hevbeş ya hikumeta Federal û hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo raya giştî û hemû aliyên peywendîdar bihête eşkere kirin û lê agahdar bin.