2019/07/10
Li kombûna di navbera birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa, pêşhatên dawî ya navçeyê li rûyê emnî û siyasî ve, zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Parîs li warên cûda cûda da û hewlên çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera Hewlêr û Bexda li gor destûra Iraqê, xistin ber behs û guftûgoyan.
Her li vê civînê de ku êvariya îro çarşem 10/07/2019 li Parîs birêveçû, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û rola civaka navdewletî bi taybetî Fransa ya li vegerandina koçberan li ser warên wan, hengavên pêwîstên piştî qonaxa şerê Da'îş li avadankirin û dabînkirina xizmetguzariyên seretayî ya navçeyên ziyanberketî û hevkariyên berdewam yên Fransa ji bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar da hatin behs kirin.
Nirxandina hebûna derfetên kar û veberhênanê ji bo kompanyayên Fransî li Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî û bilind nirxandina pêkvejiyana pêkhatan li Herêma Kurdistanê, metirsiyên serhildana terorê aliyekî dinê vê kombûnê bû.