Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2020-03-11T13:44:15.000000Z
Daxuyanî
Kurdistaniyên xweşdivî!

Îro ku cîhan bi giştî rûbirûyê metirsiya Corona bûye, rêgirîkirina li belavbûn û zêdekirina vê virusê xema serekî û karê pêşîneya hemû welatan û rêxistinên navdewletiye. Bi ezmûn hatiye selmandin ku ji bo kêmkirina ziyanên Corona û zalbûna li ser karîgeriyên wê, xweparastin baştirîn çeka berevaniyê ye.

Helmet û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo berevanîkirina vê virusê û hengav û karên wan bilind dinirxînim, erkê me hemû aliyeke hevkar û yarmetîderê wan bîn li bi cîhkirina karên wan da.

Spas û destxweşiyê li hemû Wezaretên peywendîdar, Doktor, perestaran, karmend û tîmên pizîşkî û tevahiya kertê tendirustiyê û polîs û asayîş û karmendên firokxane û derbasgeh û parêzgeh û îdareyan ku xizmetê dikin û ji bo rûbirûbûna Corona hevkar û hemahengin. Her wiha daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên peywendîdarên cîhanî dikîn ji bo rûbirûbûna Corona, hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Kurdistaniyên ezîz!

Bi hesteke berpirsiyariyê û hevkariya me hemûyan bi pêkve, dikarîn tendirustî û selametiya xwe û jîngeha xwe ji vê metirsiyê biparêzîn. Girînge bi hişyariyê ve muamele li gel vê rewşê da bê kirin, ne ku bi tirs û îhmalkirinê. Divê rênimayiyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî taybet bi xweparastin û paqijiyê, biryar û rêkarên aliyên peywendîdarên hikûmetê ji bo rêgirîkirina li belavbûna vê virusê, bi hûrî û dirustî bêne bi cîhkirin.

Erkê hemû keseke ji bo parastina tendirustiyê, jiyan û selametiya xwe û malbata xwe, civak û jîngehê xwe bi berpirsiyar bizanê. Ez ji hemû Kurdistaniyên ezîz çaverê dikim ku bi hestkirina bi berpirsiyariyê ve beramber bi vê erkê mirovî, niştimanî, olî û exlaqî muamele bikin.

Bi hevkarî û hemahengiya hemû aliyan û pabendiya xwe ya bi rênimayiyan, xwe û gel û welatê xwe diparêzîn û vê dijwariyê jî derbas dikîn. Hemû hevkarî û hemahengiyek jî li gel Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û aliyên peywendîdarên Iraqê û civaka navdewletî dikin. Bi hêviya selametiyê ji bo hemû Kurdistaniyan û gelê Iraqê û gelên cîran û cîhanê re dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11/03/2020