2021-02-18T10:14:53.000000Z
Îro pênçşem 18.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, fermana herêmî ji bo destbikarbûna birêz Umêd Xoşnaw wekî Parêzgerê nû yê Hewlêrê îmza kir. Paşê li rêwresmek da bi amadebûna birêz Rêber Ehmed Wezîrê Navxo, birêz Parêzgerê nû yê Hewlêrê li ber birêz Serokê Herêma Kurdistanê da, sonda yasayî xwar.
Li gotarek de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li parêzgerê nû yê Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji bo xwest. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku erkê birêz Parêzgerê Hewlêrê girane, bi taybetî li vê rewşê de ku komek kêşe û qeyran rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûne. Tekez jî li wê yekê kir ku Parêzgerê Hewlêrê divê parêzgerê hemû xelkê parêzgeha Hewlêrê bi hemû pêkhatên wê ve bê û bi yek çav temaşa hemû aliyan bike.
Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha xwedê jêrazî parêzgerê berê Dr. Ferset Sofî bi bîranî ku bi nexweşiya Kovid-19 koça dawî kir, pirse û serxweşiyê li wan hemû xêzanan jî kir ku ji ber wê nexweşiyê ve, azîzên xwe ji dest dane. Rêzdar parêzgerê şehîd xwedê jêrazî Franso Herîrî jî bi bîranî ku îro 18ê şubat, bîranîna şehîdbûna wî ye.
Serok Nêçîrvan Barzanî birêz Umêd Xoşnaw piştrast kir ku hemû alîkarî û piştgîriyekî xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibê bo ku li erkê xwe da serkeftî bê û bikarê bi baştirîn awayî xizmetê bi parêzgeha Hewlêr û welatiyan bike.