2023-10-18T11:52:14.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 18.10.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Serge Dickson Balyozê Belçîkayê yê li Iraq û Urdinê kir.
Di civînê da, peywendiyên Belçîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, girîngiya şiyandina revandiyên Êzdiyên ku ji destê DAIŞ ê rizgar bûne, rewşa siyasî, hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarbûna Belçîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ ê û alîkariyên wê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Belçîkayê kir û herwesa, tekezî li ser xwesteka her du aliyan ya ji bo berfirekirina hevkariyên hevbeş di hemû waran da kir.
Her du alî li ser girîngiya pêkanîna sîstema federalî li Iraqê û karkirina hevbeş ji bo parastina aştî û aramiyê li Iraq û navçeyê hemfikir bûn û birêz Balyozê Belçîkayê jî bi navê welatê xwe spasiya rola Herêma Kurdistanê ya di têkşikandina DAIŞ ê û şerê li dijî terorê kir.
Di mijareke dinê hevdîtinê da, di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî, nêrînên xwe li hev guhartin.