Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Nûnera Sekreterê Giştî yê UN civiya

2020-07-08T16:27:31.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Îro çarşem 08.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li civînê de peywendiyên Hewlêr - Bexda û guftûgoyên çareserkirina kêşeyên di navbera wan nirxandin ku têda xanima Plasschaert piştgîriya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo berdewamiya guftûgoyên her du aliyan dûpat kir û ragihand: Her du aliyan han didîn li guftûgo û hewldana ji bo gihîştina bi çareseriyê de, berdewam bin. Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ji bo hemû çareseriyek li ser bingeha destûrê amadeye.

Li beşeke dinê civînê de her du aliyan behsa pêşhatên dawî ya belavbûna pejika virusa Korona li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û tîşk xistin li ser encamên wê yên hemû aliyan û rêkar û hengavên rûbirûbûna pejikê kirin.