2021-04-10T19:42:27.000000Z
Êvariya îro şemî 10.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê civiya.
Li civînê de rewşa Iraqê li rûyê siyasî û aborî û emnî ve, peywendiyên Hewlêr - Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, metirsiyên terorê û gefên Da'îşê hatin guftûgo kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pêşkêşkirina beşek ji bername û armanca serdana xwe ya Bexdayê, tekez li ser girîngiya rola yarmetîdera tîma Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir ku li navbera hemû hêz û aliyan da li guftûgoyê daye û dixwazê li çarçêweya erkê xwe ya li Iraqê de ji bo çareserkirina kêşeyan hevkariyê bike.
Ji aliyê xwe ve xanima Plasschaert xweşhaliya xwe bi berdewamiya guftûgoya Hewlêr - Bexda derbirî û hêvî xwest Herêma Kurdistan û Iraq bi guftûgo û li ser bingeha destûrê bigihin çareserkirina kêşeyan û hemû aliyên Iraqî ji bo derbaskirina rewşê û bi navê aramiyê da pêkve hevkar bin.