2021-06-25T11:57:08.000000Z
Nîvroya îro în 25.06.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz John Godfrey Nûnerê Taybetiyê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş bi wekalet û şanda li gel da kir.
Li civînê de pêşketinên dawî yên rûbirûbûna terorê û gef û tevgerên Da'îş li Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser pêwîstiya çirkirina hewlan û alîkarî û mekanîzmeke çalak ya hemahengiya navbera artêşa Iraq û Pêşmerge bi piştgîriya hêzên hevpeymanan ya ji bo ji navbirina yekcarekiya Da'îş, bi taybetî li navçeyên valahiyên emnî kir.
Her du alî hevra bûn ku berdewamiya êrîşên Da'îş gefên rastî û metirsiyên ciddîne ji bo asayîş û aramiya Iraq û Sûriye, Rojhilata Navîn û navçeyê û her wiha ji bo welatên Efrîka jî, ji bo wê yekê dakokiyê li wê yekê kirin ku şerê dijî Da'îş û tundrewî bi tenê li rêya serbazî ve nabê, belkû divê rê li sedemên serhildana terorê û tundrewiyê bê girtin. Li vî derbarî de balkişandin li ser rewşa kempa Hol li Sûriye û tekez li ser pêwîstiya karkirina ji bo rêgiriya li bingehên tundrewiyê kirin.
Girîngiya yarmetîdan û hevkarîkirina vegerana koçberên şerê Da'îş ya cihên wan, dûbarebûna bi armancgirtina hêzên Amerîka û hevpeymanan li Iraqê, hewl û hevbeşî û alîkariya hemû aliyan ya ji bo parastina aramiya li navçeyê, rewşa niha û paşeroja Sûriye û pirsa Kurd li wî welatî, konferansa heftiya bê ya Wezîrên welatên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş li Roma û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, beşeke dinê civînê bûn ku birêz Konsolê Giştiyê Amerîka li Hewlêr jî têda amade bû.