
Di çarçoveya serdana xwe ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, îro roja yekşemê 15.09.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana projeyê Kornîşa Zaxoyê kir. Piştra li dor serdana xwe ya bo parêgeha Duhokê, bersiva pirsên rojnamevanan da û got: Di çarçoveya serdana....

Em bi armancgirtina Îsmaîl Heniye, Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê ku li Tehranê mêvan bû, şermezar dikin û em bi dilgiraniyeke kûr li vê pêşhata metirsîdar dibînin. Zêdetir alozbûna rewşê dê aştî û aramiya tevahiya herêmê bixe metirsiyê û dê bibe sedema encamên xerabtir. Serokayetiya....

Di 36 saliya karesat û tawana hovane ya kîmyabarana Helebçeyê da, em bejna xwe li ber giyanê pakê zêdetirê ji 5 hezar şehîdên Helebçeyê û tevaya şehîdên Kurdistanê ditewînin û em wan bi qedir û rûmet bi bîr tînin, silavên xwe ji malbat....

Em pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Amerîkayê da dikin ji bo destpêkirina karên Komîteya Bilind a Leşkerî (HMC) û pêşdebirina gotûbêjên li ser peywendiyên du alî û paşeroja hevkariyên hevbeş di warên siyasî, aborî, çandî, ewlehî û leşkerî....

Em êrîşa dijminane ya şeva borî ya Pasdarên Îranê bi mûşekên dûravêj li ser Hewlêrê ku, di encamê da hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin. Em ji malbatên şehîdan ra sersaxiyê dixwazin û em hevsoz û hevxemê wan....

Di 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê da, em bi rêz û hurmet şehîd û qurbaniyên wê tawana rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin. Em bejna xwe li hember giyanê pakê wan ditewînin û ji malbatên wan yên serbilind ra....