Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfala Behdînan de

2025-08-25T08:55:00.000000Z
Nûçe

Di salvegera (37)an a Enfala Behdînanê de, em hemû şehîdên Behdînanê û Kurdistanê bi giştî bi rêzdarî bi bîr tînin. Di vê bîranînê de ku îro hejmarek rûfatên şehîdên wê tawankariyê li devera Berê Garê, piştî rêkarên yasayî û pizîşkî di merasîmekê de bi axê têne spartin, sîtemlêkirî û mezlûmiyeta gelekî nîşan didin.

Enfala Badînanê tawaneke din a zincîra tawanên desthilatdarên wê demê yên Iraqê bû li hemberî gelê Kurdistanê ku ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988an di qonaxa dawî ya Enfalê de, xelkê sivîl û ax, hewa, jîngeh û xwezaya Behdînanê bi armanc girt.

Di vê bîranînê de em daxwaza xwe ji Hikûmeta Federal a Iraqê dubare dikin ji bo qerebûkirina qurbaniyên Enfala Behdînanê û hemû tawanên rejîma berê ya Iraqê. Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê Enfalê wekî jenosîd, tawana cengê û tawana li dijî mirovahiyê nasandiye, ji ber vê yekê mafê qurbaniyan e ku bi her awayî bêne qerebûkirin.

Rabirdûya tal a Iraqê, ji xeynî malwêraniyê tiştekî din ji bo Iraq û Iraqiyan neanî. Enfal û hemû ew tawanên ku di raborî de li hemberî gelê Kurdistanê hatine kirin, divê bibin ders û pend jê werin wergirtin û bi hemû pêkhateyên xwe ve bibin sedema mîsogerkirina mafên gelê Kurdistanê.

Di vê bîranînê de em tekezî li ser çareserkirina kêşeyan û pêkvejiyana aştîyane, parastina aramî û seqamgiriya welat û bi hev re karikirina hemû aliyên siyasî û pêkhateyên li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin, da ku em bi hev re îro û paşerojeke baştir ava bikin.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Enfala Behdînanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25/08/2025