2019-05-10T06:00:27.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku rola wî dê weke kesayetiyeke komker ji bo hemû grûpên siyasî, û isnî û olî li navçeyê be û bang li wan aliyên ku “rê li ber hev digrin” kir ku “Em bîrkirin, reftar û kirdarên xwe bi hev re… ji bo lêgerînê bo pêşerojeke hevbeş terxan bikin.”
Di pêşkêşkirina gotara xwe de weke serokekî nû hilbijartî, Cenabê Serokî tekez kir ku ”Daxwaz û xwestek”a wî di dema serokatiya wî de tenê ew e ku di pêkvejiyana aştiyane û seqamgêrî de be “bê ti cudahiya neteweyî, olî yan navçeyî”
Got: “Ez bawer nakim ku ti kes heye ku yekîtî, rêkeftin û lihevkirinê naxwaze û nakokiyên me yên nerînan dide alî”
“Ez dizanim ku milmilanî û ciyawazî her dimînin, ev tiştekî asayî ye, lê belê ez daxwaz dikim bîrkirina me ne di nakokî, nelihevkirin û newekheviya nerînên me de be. Bila bîr, tevger û kirdarên me bi hev re avaker bin ji bo lêgerînê ji bo çareseriya hevbeş û pêşeroja hevbeş”
“Daxwaz û xwesteka min weke Serokê çend salên bê yê Herêma Kurdistanê ew e ku em bi hev re kar bikin ji bo bicîkirina hêvîne ji hêviyên me û ji hemû partiyên siyasî mezintir”
Ji bo bicîkirina wê yekê, bang li Kurdistaniyan kir ku divê “bi cidî kar bikin” ji bo gerentîkirina “Mafên Mirovan, Azadî û Prensîpên Cîhanî yên Pêşketî” da ku Kurdistan bibe “welatê hemûyan”
“Em hemû yek rok li ser me derdikeve. Me hemûyan yek pêşeroj û çarenivîs heye.”