2019-11-20T11:12:42.000000Z
Berî nîvroya îro çarşem 20.11.2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya konferansa Dîdara Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn kir ku li Zanîngeha Amerîkî - Kurdistan li Dihokê birêveçû.
Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê de pêşkêş kir û têda ji bilî xwendinek li ser rewş û rûdanên navçeyê, Bexdayê wekî rehend û kûrahiya stratejiya Herêma Kurdistanê pênase kir û dirêjkirina aramî û avadaniya ji bo hemû Iraq û navçeyê bi stratejiya Herêma Kurdistanê da zanîn. Ji bo hevdû têgihiştin û rêkeftin û çareseriya aştiyaneya kêşeyan jî tekez li ser pêwîstiya vegerana ser masaya guftûgoyê kir ku bi awayek li çarçêweya serweriya dewleta Iraqê da, destkeft û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê jî parastî bin.
Her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî hevkarî û yarmetiya welatên cîhanê û civaka navdewletî ya bi navê çespandina aramiya li Iraq û Rojhilata Navîn û bi dawî anîna şer û alozî û kêşe û qeyranên wê bi pêwîst da zanîn.
Rêzdar berdewamiya hewlên Herêma Kurdistanê yên beranber daldedana wan kesên ku li şer û aloziyan hildidin, wekî newayekî aram mayînê dûpat kir û li vî derbarî de hevhelwestiya Herêma Kurdistanê cihê girîngî rêzgirtinê da zanîn.
Eve jî naveroka gotarê ye:
Amadebûyên birêz!
Spêde baş!..
Bi xêrhatina we hemûyan û ji bo sazkirina vê konferansê jî destxweşiyê li Zanîngeha Amerîkî - Kurdistan li Dihokê dikim ku karekî gelek baş kirine. Destxweşiyê li wan hemû kesan dikim ku bi her cûreyek bê li sazkirina vê konferansa li Dihokê de beşdar bûn. Bi xêrhatina wan mîhvanên birêz dikim ku ji derve kerem kirin, ji Amerîka, ji Ewrûpa û li cihên din hatin Herêma Kurdistan û Dihokê, bi xêrhatin. Bi xêrhatina birayê xwe yê delal Kak Faleh Feyaz dikim ku vê sibehiyê ji Bexdayê ve kerem kir ku beşdarî vê konferansê bibe û hûn hemû bi xêrhatin.
Asayîş û Aştî li Rojhilata Navîn, babetekî gelek girîngê navçeyê û cîhane. Hêviya serkeftinê û encameke baş ji bo vê konferansê dixwazim.
Kêşeyên Rojhilata Navîn neku her asayîş û peywendiya welatên navçeyê tûşî qeyranê kiriye, belku li aştî û berjewendiyên welatên mezinên cîhanê jî bûye gefek. Ewê li navçeyê de rû dide, encama şaşiyên berê ne û nexşeya jeosiyasiya piştî şerê yekemê cîhanêye ku komek kêşeyên siyasî li navçeyê da bê çareserî hiştin ku yek ji wan jî doza Kurd e.
Doza Kurd kêşeyekî mezine û çareserkirina wê jî beşekî girîngê aştiye li navçeyê da. Her wiha kêşeya hinek pêkhatên dine jî piştî cengê li vê navçeyê de serîhilda. Ji bilî van, nearamiya li Rojhilata Navîn ji bo komek sedeman vedigerê ku van salên dawî hatin holê û bûne sedema giriftên zêdetir, ew jî:
– Têkçûna hevsengiya navçeyê. Piştî bihara Erebî û rûxana rejîma berê ya Iraqê, rola hinek welatan li navçeyê de paşvekêşiyê kir. Hinek dewlet ji bo ku bibin hêza yekem û pêşengê navçeyê, ketin nava kêbirkêyan. Ew bûne sedema serhildana şerê bi wekalet û gengeşeyên navçeyî. Bingehek ji bo destêwerdana serbazî ya navdewletî rexsa. Ewe bûye sedema germbûna şeran û kêmbûna derfetên nermiyê. Ji ber ku hêzên navdewletî şûna ku rola xwe ya nermî û miyangîriyê, ew bi xwe bûne beşekî şer, ewe jî mekanîzmên çareseriya aştiyane yekcarî kêmkir.
– Nakokiyên mezhebî û nebûna çanda lêborînî û pêkvejiyanê jî sedemeke dine. Ev metirsiya ku bi sedema têgihiştina demargîriya mezhebî û eqliyetekî tolhildana kevin, bi qesta jî sûd jê hate wergirtin û hate handan ku heta bibê bingeke baş ya germkirina şer û gengeşeyan li navçeyê de û li ser desthilat.
– Teror, gefeke serekiye li ser aştî û asayîşa navçeyê û cîhanê da. Rêkarên berevanîkirina terorê jî dîsa kêşe dirust dike. Nebûna stratejiyek li ser bingehên çaksaziya aborî û siyasî û perwerdeyî û civakî û çandî ya ji bo berevanîkirina terorê, piştbestina serekî bi rêkarên serbazî ya hişkkirina çavkaniyên terorê bi xwe kêşeye, sedemeke jî ji bo dûbare berhemanîna terorê û hizr û bîra tundiya li navçeyê de.
– Lawazî û şikesta siyasî û aboriya zêde ya li sîstema desthilatdariya navçeyê, nebûn yan şikesta siyaseta geşepêdan û bêdadiya civakî, bûne sedema wê yekê ku bêhêvî û bêpaşarojî û bêçareyî û tûreyî, bibê hesta berbelavê gelên navçeyê bi taybetî jî ya xort û lawan.
Ew hesta metirsîdar bûye çavkaniya nerazîbûnê û bingeheke herdemiya amade, ji bo yaxîbûn û raperînê. Her wiha ji bo serhildana hizr û bîra tundiyê. Baca giran û siyaseta şaş ya wan welatane li ser jiyan û guzeraniya mîlletan gelek giran rawestaye, sedemeke serekiye jî ji bo tûreyî û nerazîbûna xelkê.
Her wiha ne bi tenê li wan welatan da jî ku sîstemekî rû li demokrasiyê peyrew dikin, mixabin bi navê demokrasiyê ve modelekî wiha hatiye pîşandan ku xelkê ji demokrasî û dengdan û bi giştî ji proseya siyasî sar kiriye. Wekî mînak li Iraqê li şûna firehiya siyasî, firehiya navendî ya desthilatê heye. Li şûna wê yekê ku destûr û yasa destbilind bin, destbilindî û biryar bidestiya partî û grûpên çekdar berqerar bûye. Encam jî eweye ku îro em dibînîn.
Amadebûyên birêz...
Şerê dijî Da'îş, hevpeymaniyekî navdewletî ya bihêz dirust kir û gelek ji girift û nakokiyên navçeyê heta radeyekê paşvekêşiyê pêkir. Lê belê bi şaşî xwendina amajeyan û bawerî bi xwe anîna pêşwexta wê yekê ku Da'îş bi dawî hatiye, bûye sedema sistbûna hevpeymaniya navdewletî û kêşeyan germtir kir. Li rastiyê da metirsiya Da'îş neku her li rûyê hizrî û kultûrî ve, belkû li rûyê serbazî ve jî temam nebûye û hê jî ji bo navçeyê û cîhanê metisiyekî ciddiye.
Girifta serekî eweye hemû dixwazin bi serkeftina serbazî û meydanî, neku bi hevdû têgihiştin û danustandina siyasî, dawiyê bi şer bînin. Ji bo wê yekê derfetên danustandinê, ji bo çareserkirina vê kêşeyê hê jî gelek lawazin.
Dirêjekêşana şer û kêşeyan, nebûna aştî û asayîş û aramiya siyasî, bihederdana ser û mal û samanê welatan li şer û nakokiyê da, ji bilî li ziyanên niha, mezintirîn metirsîne jî ji bo paşarojê. Ji bo nifşên paşarojê jî dibine cihê veguhestina kêşe û qeyran û giriftan. Ji bîra me neçê navçe li ber gefeke din daye jî ku hişkbûn û girifta kêmbûna av û çolbûne. Ewe jî çendîn qeyranên din li gel xwe da ji bo navçeyê tîne.
Kurdistan ne derveyê li vê rewşa ne baş ya Iraq û navçeyê ye, divê bi hurî kar bike bo ku ji vê jîngeha aloz û nebaş da bi bextewerî birêve biçê. Ji bo wê yekê min hewl da û berdewam jî dibîn ku me stratejiyek hebê ji bo muamelekirina li gel van giriftan. Stratejiya me dirêjkirina aramî û avadaniya Herêma Kurdistane ji bo hemû Iraq û navçeyê.
Birêzan!..
Bi nêrîna me take rêya çareseriya kêşeyan danustandin û rêkarên siyasiye. Ewên dijayetî û şerê hevdû dikin, divê ji bo çareseriyê bi pêkve rûnin. Înkarkirin û zebir û zorê dawiyê bi kêşeya hîç gelek nayênê û xelk ji daxwaziyên xwe sar nabin. Şer û gengeşeyên serbazî jî hîç kêşeyek çareser nake. Ew her çende dirêj bikêşin, dawiyê de her divê vegerin ser masaya guftûgoyê û bigihin hevdû têgihiştin û rêkeftinê.
Şer û xwe pirçekkirin, budçe û pereyekî zêdeyê welatên Rojhilata Navîn biheder daye. Bi wê pereyê û bi giyana aştîxwazî û pêkvejiyanê, Rojhilata Navîn dibûya navçeyekî herî pêşketiyê cîhanê. Niha jî dewlet û gelên navçeyê tenê ew rê li pêşiya wane ku ji bo xweşguzeranî û binyatnana jiyan û aştiya li navçeyê da kar bikin.
Nabê gel û pêkhatên navçeyê bixin nav şer. Ewe kêşeyan aloztir dike. Me li Herêma Kurdistanê gelek hewl daye û gelek jî baca wê me daye ku nebîne beşek ji ti şerekî. Me hewl daye newayekî aram bimînîn û bikarîn daldeya wan jî bidîn ku li şer û aloziyan hildidin. Gelek girînge em hemû li Herêma Kurdistanê li ser vê stratejiya hevdeng û hevhelwest bîn. Divê ewe jî bibêjim, ew hevhelwestiya heta niha li vî derbarî de li Herêma Kurdistanê da heye, cihê gelek girîngî û pêzanînêye.
Navçe û gel û pêkhatên wê bi destê şer û aloziyan yekcar westiyane. Bergeya şer û nakokiyên zêdetir nikarin bigrin. Bi pêkanîna hevdû têgihiştin û çareseriya siyasî ya navçeyê li qazanca hemû cîhanê daye.
Şerê Da'îş bi dawî nehatiye û hê jî pêkveyî û hevpeymaniya me hemûyan pêwîste. Divê ji navbirina wê dijminê sersext heta demeke dûr, armancên hevbeşê me hemû aliyek û hewêna berdewambûna hevpeymanêtiyekî cîhanî û herêmî bê li dijî terorê.
Nûkirina sîstem û mekanîzm û siyasetên hukimranî û aborî û civakiya vê navçeyê da, pêwîstiyekî herî li pêşe. Divê çaksazî û pêdaçûna hemû aliyan ciddî, rasteqîne û serdemiyane wekî stratejiyek bigrin ber xwe. Hukimranên navçeyê rû bikin metod û siyasetek ku têgihiştinekî rasteqîne û bersîvdana daxwaz û xwest û pêwîstiyên rewayên mîlletên xwe bin.
Birêzan...
Di derbarê Iraq û kêşeyên wê, mixabin gelek berî niha me pêşbîniya encameke bi vî awayî dikir. Dema pişt li destûrê kirin, yekem deng ku hişdarî da û zengê metirsiyê lêda Herêma Kurdistanê bû. Me got eger kar wiha biçe û destûr û wan prensîpan bixin jêr piyên xwe ku Iraqa nû li ser hatiye avakirin, Iraq rû li hildêre. Niha jî dibêjîn: Ewê rû dide encama kelekebûna panzdeh sal şaşiya siyasî û aborî û piştgûh xistina destûre.
Çareser eweye, kêşe û giriftan bi qebareya xwe ya rasteqîne bêne dîtin. Xwendinekî dirust û rastiyane ji bo wê bê kirin. Nerazîbûn bi kêm neyên zanîn û dirk bi metirsiyên wê bê kirin. Wiha nezanîn derbas dibe û bi hinek rêkarên biçûk têne ji bîrkirin. Têgihiştina kêşe û qeyranan û xwest û nêrîn û daxwaziyên nifşa nû li Iraq û navçeyê, pêwîstî bi pênasekirinekî nû ya çemkê maf û azadiyan heye.
Ji bo gihandina vê peyamê li Herêma Kurdistanê çûyîn Bexda û li gel hemûyan civiyayîn. Me amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyek nîşanda ku ji bo vegerandina aramiya Iraqê pêwîst bê. Em bawerin ew aramî li berjewendiya gelê Kurdistanê û li berjewendiya Iraqê daye. Bexda rehend û kûrahiya stratejiya Herêma Kurdistanê ye. Em divê li çarçêweya serweriya dewleta Iraqê da, destkeft û mafên me yên destûrî parastî bin û pêş bixîn.
Gel û pêkhatên Iraqê hêjayî ewene û divê li rewş û guzeran û jiyanekî baştir da bin. Navendên siyasiyên li Iraqê divê peyama hemwelatiyan bi ciddî werbigrin û bersîva wan ya bawerpêkirî hebê. Em ji bo ewe li Bexda bûyîn û me hemû aliyek handa ku pêkve bîra çareseriyeke ciddî û rasteqîne û bingehîn bikîn. Çareseriyek li asta mezinbûna nerazîbûn û tûreyî ya xelkê da bê. Ewe jî berpirsiyariya me hemûyane û kes nikarê li Iraqê da xwe jê veşêre.
Cîhan û civaka navdewletî divê yarmetîder bin ji bo Iraqê, bo ku aramiyê li Iraq û li Rojhilata Navîn biçespê û şer û alozî û kêşe û qeyran bi dawî bibin. Rojên berê dane xûyakirin ku Rojhilata Navîn pir li kêşe û qeyran, ji bo navçeyê û ji bo cîhanê cihê serêşiye û gefeke emniye. Ji bo wê yekê eve neku tenê erkê meye, belku eve erkekî navdewletiye jî.
Em jî wekî Herêma Kurdistanê, wekî herdem çi bikevê ser milê me ji bo aştî û aramiyê amadene. Her ji vir jî hevalên xwe, birayên xwe yên li Iraqê piştrast dikîn ku ewê ji destê me bê ji bo aramî û aştiya li Iraqê da kêmasî nakîn û Herêma Kurdistanê amadeye û kêşeyên Iraqê bi kêşeya xwe dizanê û amadeye yarmetiya Iraqê bide ku ji vê rewşa niha ku heye derbikeve.
Dûbare hûn hemû bi xêrhatin, Spas ji bo Zanîngeha Amerîkî Kurdistan û rêkxerên vê konferansê. Ji bo we hêviya serkeftinê û rojekî xweş dixwazim.
Gelek spas.