Îro êvarî Yekşem, 15/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariya xwe di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bi dawî anî. Ev e jî piştî sê rojan ji rêze hevdîtin û civînên berfireh ligel serok û rêberên welatan û berpirsên bilind ên cîhanê pêkhat.
Di van hevdîtin û civînan de ligel birêzan Emmanuel Macron Serokê Fransa, Îlham Aliyev Serokê Azerbaycanê, serokwezîrê Hollanda, Qatar û Lubnanê û hejmareke zêde ya wezîrên derve û berpirsên bilind ên Amerîka, Ewropa û herêmê, tekez li ser siyaseta aramiya Herêma Kurdistanê kir ku her dem wek faktoreke sereke ya aramî û ewlehiyê li herêmê dimîne. Di civînan de herwiha rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê jî bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Derbarê rewşa Sûriyê de ku yek ji mijarên sereke bû, Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe de tekez li ser pêwîstiya mîsogerkirina mafên Kurdan û hemû pêkhatên din ên Sûriyê di çarçoveya destûra paşerojê ya Sûriyeke yekgirtî de kir, bi awayekî ku aşitî û ewlehiya herdemî ji bo welat peyda bike. Ev e jî ji bilî çendîn pirsên din ên xwedî girîngiya hevbeş bûn.
Îro êvarî jî Serok Nêçîrvan Barzanî, di civîneke rojnamevanî de behsa naveroka civînan û çend pirsên din kir.
Di destpêkê de rêzdar di axaftineke xwe de got: "Wek her sal, îsal jî me beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê kir û ligel komeke rêber û berpirsên welatên derve axivîn. Ew ê ku îsal zêdetir cihê girîngiyê bû, pirsa Sûriyê û herwiha avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bû. Ev mijarên sereke bûn ku her aliyek dixwest guhdarî bike û me rola xwe li Herêma Kurdistanê dûpat kir ku em ê bibin faktoreke aramî û ewlehiyê li herêmê û ew ê ji destê me tê em ê hem li Sûriyê û hem jî li Iraqê bikin daku kabîneya nû ya hikûmetê li Iraqê zû bê avakirin. Herwiha li Sûriyê û Herêma Kurdistanê jî em ê berdewam bin. Di derbarê Herêma Kurdistanê de, bêguman siyaseta van welatan e hemû dixwazin Herêmeke Kurdistanê ya ewle û bihêz di çarçoveya Iraqeke federal de hebe û ew astengî û pirsgirêkên ku ligel Bexdayê hebûn, em di van civînan de li ser axivîn."
Paşê di bersiva pirsa yekem a rojnamevanan de derbarê rola wî di pêvajoya aştiyê de, bi taybetî li Tirkiye û Sûriyê û piştrastkirina berpirsên ku pê re civiyan derbarê pirsa Kurd li Tirkiye û Sûriyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Destpêkê bila em behsa Sûriyê bikin. Ew ê ku niha li Sûriyê heye û ew pêvajoya ku li wir heye, helwesta me li Herêma Kurdistanê ew e ku em piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ew gotûbêjên ku di navbera HSD'ê û hikûmeta Sûriyê de hene. Em dixwazin aliyên Kurd ên din jî wek ENKS û yên din beşdarî wê gotûbêja siyasî bibin ku niha li gel Şamê tê kirin. Divê em rastbîn bin û ez bawer nakim ku li gorî rewşa ku li Sûriyê derketiye pêş, ew rêkeftineke xerab be. Ew ê ku hatiye kirin û ew ê ku em dikarin bikin, bi dîtina min, ew ê ku niha heye rêkeftineke baş e. Di vê rêkeftinê de, helwesta Herêma Kurdistanê ew bû ku her dem di têkiliyê de bû, hem bi Tirkiyê re û hem jî birêz Serok Barzanî bi Serok Ahmed el-Şera' re her dem axivîne. Siyaseta me ew e ku em dixwazin bi awayekî giştî ev rêkeftin bi temamî û wek xwe bê cîbicîkirin û aramî û ewlehî vegere. Ew ê ku em gelek tekez li ser dikin, ew e ku mafên Kurdan û hemû pêkhatên din pêwîst e di destûra Sûriyê ya pêşerojê de bêne cîbicîkirin. Ev garantiyek e ku her aliyek xwe ewle hîs bike. Ew ê ku mebesta me ye û em hemû aliyan jî han didîn ku di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî de li hev bikin; ev siyaseta me ye li Herêma Kurdistanê."
Di berdewamiya axaftina xwe de û derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de, rêzdar got: "Di derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de, heta vê niha ew ê ku em dibînin, ez bawer dikim ev pêvajoyeke ciddî ye û Tirkiye bi ciddî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike û dibe ku ev pêvajo hinekî hêdî bimeşe û dibe ku xelk ji leza wê ya hêdî gazinan bikin. Ev rast e, lê ya girîng ew e ku her aliyek pabendî serkeftina vê pêvajoyê be. Helwesta Herêma Kurdistanê ew e ku em bi spasî li hewldanên her aliyekî dinêrin, bi taybetî birêz Devlet Bahçelî û ew hewldana ku ew ji bo vê pirsê dide, herwiha birêz Abdullah Ocalan ji bo vê pêvajoya ku wî dest pê kiriye. Em hêvî dikin ku bigihîje encamekê û ji PKKê re jî diyar e ku divê çi bike. Divê daxwazên Serok Ocalan ên ku ji PKKê kiriye cîbicî bike. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê û destxweşî û spas ji bo wan kesên ku tê de beşdar in, li ser hemûyan jî, spas û rûmetên me ji bo birêz Serok Erdogan hene ku ew bi xwe piştgirî dide daku ev pêvajo bigihîje encameke baş."
Di bersiva pirseke din de derbarê rawestana siyasî li Herêma Kurdistanê, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: "Rast e rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê rawestî ye. Deh roj berê civîneke gelek baş di navbera rêzdar Serok Barzanî û birêz Kak Bafil Talebanî de hate lidarxistin. Civîneke gelek erênî û serkeftî bû. Rast e civîn piştî demek dirêj hate lidarxistin, lê belê ew destpêk destpêkeke baş bû. Berî ku ez bême Munîhê, careke din civîneke dualî di navbera Serok Barzanî û birêz Bafil Talebanî de hate lidarxistin û ez li wir bûm. Ew civîn jî civîneke baş bû. Ez wisa difikirim ku rast e heta niha li ser ti xalekê li hev nekirine, lê ya ku ez dikarim bibêjim ev e: Em li ser rêyeke rast in da ku bigihîjin encamekê ku berjewendiya Herêma Kurdistanê û berjewendiya Iraqê tê de be."
Derbarê Rojavayê Kurdistanê de, di bersiva pirseke derbarê derfeta berdewamiya ewlehiya li Rojavayê Kurdistanê di dema civîn û hevdîtinên cenabê wî de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Ez bawer dikim derfet heye, derfeta çareseriyê heye, lê belê ew modela ku her du alî dikarin li ser li hev bikin, ez bawer dikim divê em vê ji wan re bihêlin, anku ji bo aliyên Kurdan ligel Şamê. Dema ez dibêjim aliyên Kurdan, mebesta min HSD û ENKS û aliyên din in. Bila em bibînin ka ev hemû alî ligel Sûriyê dikarin bigihîjin çi modelekî xweseriyê. Eger pirs zêdetir ew be ku gelo tişta ku li Herêma Kurdistanê heye, dikare li Sûriyê jî hebe? Zehmet e û ne hêsan e, ji ber ku erdnîgariyeke yekgirtî bi vî rengî li Sûriyê nîne û pêkhatên cuda ne. Ne tenê Kurd, divê pêkhatên din jî bêne razîkirin. Lê belê tişta ku niha heye, mînak Serok el-Şera' fermana parêzgarê Hesekê derxistiye, ez bawer dikim parêzgarê Hesekê girîng e, ji ber ku bajarê Hesekê hem Kurd û hem jî Ereb lê hene. Niha ji bo aliyê Kurd ku berbijar ji aliyê HSD'ê ve hatiye pêşkêşkirin, derfetek e ku îsbat bike ku ev parêzgar, parêzgarê Hesekê ye ji bo hemû pêkhatan. Niha derfet e, ew dikare hem xizmeta Kurd û Ereb û hemû pêkhatan bike. Paşê hemû xelk li dû wî dê parastinê lê bikin. Lê belê ev hemû pêwîstî bi gotûbêjeke rêkûpêk hebe. Axaftina me bi birêz General Mazlûm Ebdî û yên din re ew e ku divê ew di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de beşdar bibin. Şam paytexta we ye. Divê hûn vegerin Şamê û hewleke ciddî bidin ji bo dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên heyî re di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî de. Ev siyaseta me ye, ev axaftinên me jî encama tecrubeya Herêma Kurdistanê ye ku em ji wan re dibêjin divê hûn bi vî awayî tevbigerin û heta asteke mezin ez bawer dikim ew bi wê rêyê diçe ku ew bi xwe jî beşdarî Konferansa Munîhê bû."
Herwiha di derbarê pêvajoya siyasî ya li Sûriyê û dirêjbûna gotûbêjan li wir, derbarê rêkeftin û çareseriyê de, cenabê wî got: "Yek tişt gelek girîng e, gelo niyeta çareserkirina van pirsgirêkan heye? Bi dîtina min, ew ê ku min ji birêz el-Şeybanî, Wezîrê Derve yê Sûriyê bihîst û ew ê ku em ji birêz Serokomarê Sûriyê jî dibihîsin, ew e ku ew dixwazin van pirsgirêkan çareser bikin. Berî du-sê hefteyan ev rêkeftin hate kirin û em nikarin bibêjin ku niha her tişt hatiye cîbicîkirin. Erê pirsgirêk hene û dibe ku pirsgirêkên din jî derkevin pêş. Ew ê girîng ev e ku gelo niyeta çareserkirina vê pirsgirêkê heye? Bi dîtina min, em wê niyetê ji Şamê dibînin û heye, bêguman ji aliyê Kurdan ve jî ev niyet heye, rola me jî dê bibe alîkar da ku em karibin her du aliyan nêzîkî hev bikin û bigihîjin çareseriyekê."
Di bersiva pirseke din de derbarê hewldanên wî ji bo beşdariya birêz Mazlûm Ebdî di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de û gelo serdanek wî ji Qamişlo, Efrîn, Heleb û Şamê re heye û peyama wî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê çi ye? Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Bila ez ji vir dest pê bikim, erê em bêriya wan deveran dikin. Bêriya Qamişlo û Efrînê dikin û bi rastî û bêguman ew bername dê di serdana me de be, lê nizanim kengî.
Peyama me ji bo xûşk û birayên me yên li Rojava ew e ku bi rastî piştî wan bûyerên nexweş ên ku hatin serê wan, piştgiriyeke mezin ji hemû Kurdistaniyan û ji her derê ji bo Rojava hate nîşandan, ev cihê serbilîndî û rûmeta her Kurdekî li her derê ye. Niha ew ê girîng ew e ku ew rêkeftina hatiye kirin bê cîbicîkirin û bi îzna Xwedê avadanî û şahî û karê zêdetir bikeve Rojavayê. Li vir me ligel gelek şîrket û kompaniyên welatan û heta ligel Almanyayê jî behsa wê yekê kir ku pêwîst e piştî wê rêkeftinê dest bi avadanî û dabînkirina xweşguzeraniya jiyanê ji bo Rojavayê bikin. Ez hêviya şadî, selametî û serkeftinê ji bo gelê me yê li Rojava re dixwazim."
Di derbarê helwesta welatên beşdar di Konferansa Munîhê de ji bo piştgirîkirina parastina ewlehî û aramiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Bi dîtina min piştgiriya siyasî heye. Kes piştgiriyê nade rewşa leşkerî ya li wir. Em piştgiriyê didin nêrîneke siyasî ku ev pirsgirêkên heyî di çarçoveya Sûriyê de bêne çareserkirin. Ew ê ku min li welatên Ewropî jî dît, helwesta wan jî heman awayî ye. Divê ew li wê yekê binêrin ku Şam di vê pêvajoyê de çiqas sozên xwe cîbicî dike? Pirsa duyemîn jî ew e ku aliyên Kurd û HSD çiqas amade ne ku wê rêkeftinê cîbicî bikin? Ev pirs pêwîstî bi wê yekê heye ku ji aliyê siyasî ve hem Ewropa û hem jî Amerîka, bi spasiyê ve bi rastî Amerîkiyan roleke gelek baş hebû, herwiha birêz cenabê Serok Macron roleke ciddî hebû di wê yekê de ku ev rêkeftin bê kirin. Niha her aliyek xwe berpirsiyar hîs dike ku tişta girîng ji aliyê siyasî ve çawa cîbicîkirina vê rêkeftinê ye. Dubare dibêjim li gorî vê rastiya ku li Rojava çêbûye, ev rêkeftin rêkeftineke xerab nîne û rêkeftineke baş e. Di destûra Iraqê de ku sala 2005 bû, me negot destûrek e ku hemû mafên me tê de ne, lê belê beşeke mezin a mafên me jî li wir hebûn. Tiştek nîne ku em bibêjin sifir an sed, di navbera wan de nohd û neh heye. Ev rêkeftina ku niha li Rojava heye dibe ku hemû ne li gorî dilê me be, lê ji bo wê rewşa ku li wir hatiye serê wan, ez bawer dikim ev destkeftî ye, wek Kurd divê em li her derê piştgiriyê lê bikin û divê em hewleke ciddî bidin ku ev rêkeftin bê cîbicîkirin."
Gelek spas, hûn bi xêr hatin.